TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdistan | 3 kesan wefat kir, 98 kesên din bi koronayê ketin

Admin H
Nivîskar
📅 12 sibat 2021 23:02

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de, 98 kesên din bi vîrusa koronayê ketine û 3 kesan jî can daye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat eşkerekirin ku li seranserê Herêma Kurdistanê di 24 saetên borî de, 98 kesên pêketiyên Covid-19 hatine tomarkirin û 3 kesan jî wefat kiriye.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Covid-19 gihîşt 106 hezar û 817 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 495 kes û heta niha 102 hezar û 140 nexweşên koronayê jî baş bûne.  

Parve bike: