TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdistan | Di salekê de zêdetirî 682 hezar metre erazî ji mînan hat paqijkirin

Admin H
Nivîskar
📅 07 tîrmeh 2022 00:03

PeyamaKurd – Nivîsgeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê paqijkirina  mînên dema şerê Îran û Iraqê li nav sînorên Kürdistanê hatine çandin de, daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ji 1ê Hezîrana 20221ê heta 31ê Gulana 2022yan Dezgeha Karûbarên Mînan gelek xebatên paqijkirina mînan li nav erazîyên mînkirî pêk anîne.

Hat eşkere kirin ku di nav salekê de, 682 hezar û 268 metre eraziyên mînkirî hatine paqijkirin û herwiha di nav salekê de 45 kesên pêl mînan kirine hatine tomarkirin.

Nivîsgeha Medya û Zanyariyan da xuyakirin ku paqijkirina mînan bi piştevanî û hevkariya Koma Şêwirmendiya Mînan a navenda wê li Amerîkayê hatiye encamdan.

Parve bike: