Kurdistan
Kurdistan | Ji bo derzîya Covid-19 forma online hat amadekirin
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Aso Hewêzî ragihand ku formên bo hemwelatiyan yên helmeta derzîkirina koronayê hatine amadekirin û heta du rojan bo welatiyan têne pêşkeşkirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Aso Hewêzî, formên online ên bo derziya Covid-19 amade ne û welatî dikarin piştî du rojan ku ketin xizmetê navên xwe tomar bikin.
Hewêzî diyar kir ku kesên forman tije bikin wê bikaribin derziya koronayê li wan bidin.