Kurdistan ji mayînan paqij dibe: 563 km² rûber hat rizgarkirin
PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Karûbarên Teknîkî di Saziya Giştî ya Karûbarên Mayînan de, Elî Mîran îro amarên nû yên qurbaniyên mayînan aşkere kirin. Li gorî daxuyaniya wî, heta niha hejmara qurbaniyên mayînan li Herêma Kurdistanê 13 hezar û 610 kes derbas kiriye.
Mîran bal kişand ser zirarên di nav saziya wan de jî û diyar kir ku 49 karmendên wan jiyana xwe ji dest dane, ku 35 ji wan di dema rakirina mayînan de bûne qurbanî. Her wiha hat ragihandin ku tenê di sala 2025an de heta niha 4 welatî ji ber teqîna mayînan bûne qurbanî, ku ev yek nîşan dide metirsî li ser jiyana xelkê sivîl hîn jî berdewam e.
Di derbarê xebatên paqijkirina axa Kurdistanê de, Elî Mîran eşkere kir ku ji 776 kîlometreçargoşe rûberê bi mayîn heta niha 563 kîlometreçargoşe hatine paqijkirin, lê hîn zêdetirî 213 kîlometreçargoşe rûberê bi mayîn û teqemeniyan mane.
Li gorî lîsteya fermî, navçeya Pênciwên bi zêdetirî 40 km² di rêza yekem de ye û li dû wê navçeyên Şarbajêr (30 km²), Soran (22 km²) û Çoman (21 km²) tên. Ev amar nîşan didin ku tevî xebatên giranbuha, ji ber hebûna mîlyonan mayînên ji serdemên şerên borî mane, hîn jî herêmên sînorî yên wekî Xaneqîn, Helebce û Amêdiyê rûbirûyê astengiyên mezin ên ewlehî û geşepêdanê ne.