TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kurdistan | PDK serokwezîrê kabîneya nû eskere dike

Admin H
Nivîskar
📅 29 mijdar 2018 22:44

PeyamaKurd - Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku di hilbijartinên 30yê Îlonê yên Kurdistanê de bi 45 kursiyan yekemîn derket, ragihand ku ew dê hefteya pêşiya me namzedê xwe yê serokwezîrtiya hikûmeta nû eşkere bikin.

Li demeke ku hevdîtinên PDKê bi YNK û Tevgera Goran re ji bo kabîneya hikûmeta Kurdistanê dewam dikin, endamê Polîtburoya PDKê Aras Heso Mîrxan da xuyakirin ku PDK hefteya dahatu namzedê xwe yê serokwezîrtiyê eşkere dike.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku PDK namzedê xwe diyar bike, dê gera duyem a danûstandinên avakirina hikûmetê bi aliyên siyasî re destpê bikin.

Parve bike: