Kurdistan
Kurdistana Bakûr teslîmê berfê bû
PeyamaKurd- Bajarên bakûr yên Kurdistana bakûr di bin berfê de man û do bi şev germa hewayê li bajarê Ardaxanê kete binê sifrê, bû 18 derece.
Îro serê sibê li bajarên Ezirgan û Erzeromê berf bi navber bariya û li bajarê Ixdirê bi baranê re tevlihev bariya. Li gelek bajaran germahiya hewayê daket binê sifrê. Bajarên İxdirê, Dêrsimê, Erzerom, Qers, Ardaxan û Sêwasê ew bajarin ku germ wan di binê sifrê de ne.
Li Erzeromê qaliniya berfê giha 63 cm.î û li Sariqamîşa Qersê giha 64 cm.yî. Li gelek deveran dibistan bi sedema berfa zêde hatin tatîlkirin. Rêyên bi hezaran gundan ji berfê hatine girtin.