TR KU SO
FB X
Kurdistan

Lavrov meha bê seredana Kurdistanê dike

📅 10 îlon 2019 12:40

PeyamaKurd – Biryar e meha bê, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bo cara yekem serdana Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê bike û li gel berpirsên bilind yên Herêma Kurdistanê bicive.

Derbarê vê yekê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê, Mihayil Bogdanov di hevpeyvîneke taybet de aşkera kir, ku meha bê, Wezîrê Derve Rûsyayê Sergey Lavrov, dê seredana Herêma Kurdistanê bike.

Bogdanov got ku,  peywendiyeke dîrokî ya Rûsyayê  li gel Kurdistanê heye.

Li gor zanîyarîyên berdest Sergey Lavrov, di seredana xwe de bo Herêma Kurdistanê li gel serok Mesûd Barzanî û her yek ji serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û serokê hikumeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dicive.

Parve bike: