Le Drian: Serdana min ji bo rêzgirtina Kurdistanê û Pêsmerge bû
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian piştî hevdîtinên li Kurdistanê civîneke rojnamvanî li dar xist û tê de behsa dostaniya Fransa û gelê Kurd kir.
Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian di civîna rojnamevanî de got, “Serdana min bo rêzgirtin li Kurdistan û Pêşmerge bû, ji ber ku Pêşmerge bi ser DAIŞê de ket ku rojekê gelekî ji vir nêzîk bûn.”
Jean-Yves Le Drian daxwaza hikûmeteke federalî û demokratî li Iraqê kir û hişyarî da ku hîn jî DAIŞ cihê metirsiyê ye li Iraqê.
Wezîrê Derve yê Fransayê herwiha got, wî li Herêma Kurdistanê behsa rewşa Sûriyê kiriye û daxwaz kiriye ku rewşa bakurê Sûriyê bi awayekî aştiyane çareser bibe.
Le Drian pesnê pêwendiyên dêrîn ên Serok Mesûd Barzanî û Serokên Fransayê da û dubare kir ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Fransayê dîrokî û dostane ne û ew şanaz in.
Wezîrê Fransî spasî li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di salên dawî de ji bi sedan hezar koçberan re xwedîmalî kirine.