TR KU SO
FB X
Kurdistan

Leskeran li sînorê Bakur û Rojhilat gundiyekî Kurd birîndar kir

Admin H
Nivîskar
📅 17 îlon 2020 19:59

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li gundê Davan ê girêdayî navçeya Ebexê (Çaldiran) a bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê,  gundiyê ku diçû sewalên xwe vegerîna nav gund ji aliyê leşkerên Tirk ve hat gulebarankirin û birîndar bû.

Hat zanîn kesê bi navê Orhan Hanay doh êvarê çûye ber sînorê Rojhilatê Kurdistanê daku mihên wan ên nehatine mal bîne nav gund.

Li gorî agahiyan cihê ku mih lê dimînin baregeha leşkerî ye û li ser xeta sînor jî binkeya leşkerî heye ku ji wir leşkeran gule bi ser Hanay de reşand û birîndar bû.

Orhan Hanay bo Nexweşxaneya Dewletê ya Ebexê piştî çareseriya pizîşkî çûye mala xwe.

Malbata Hanay gotiye, sewalên wan her tim ji bo çêriyê nêzîkî sînor diçin û dema venagerin jî ew ji neçarî diçin wan tînin ku bûyerên wiha têne serê wan.

Parve bike: