TR KU SO
FB X
Kurdistan

Leskerê tecawizkar ji cendermetiyê hat îxrackirin, lê dîsa nehat girtin!

Admin H
Nivîskar
📅 31 tebax 2020 22:11

PeyamaKurd – Çawişê pispor ê Tirk Musa Orhan ku destdirêjiya keça Kurd Îpek Er a Batmanî bû sedema xwekuştina wê û piştre ji aliyê dadgehê ve hat berdan, piştî nerazîbûnan ji Fermandariya Giştî ya Cendermeyan û karmendiyê hat îxrackirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, Musa Orhanê ku ji ‘êrîşa zayendî’ tê dadgehkirin, ji aliyê Desteya Dsîplîna Bilind a Wezareta Navxwe ve di dîroka 31.08.2020 de, bi derxistina ji karmendiya dewletê hatiye cezakirin û ji Fermandariya Giştî ya Cendermeyan hatiye îxrackirin.

Hêjayî gotinê ye, piştî ku Musa Orhanê tecawizkar ji aliyê dadgehê ve hat berdan, dozgeriyê û Baroya Batmanê îtiraz kirin û xwestin dîsa were girtin, lê dadgehê ew daxwaz red kirin.

Parve bike: