TR KU SO
FB X
Kurdistan

Leskerê Tirk ê tecawizkar serbest hat berdan

Admin H
Nivîskar
📅 17 tîrmeh 2020 21:23

PeyamaKurd - Çawişê pispor M.O. bi sedema tecawiza keçeke 17 salî li navçeya Qûbînê ya Batmanê, şeva borî li Sêrtê hatibû binçavkirin serbest hat berdan.

Baroya Batmanê ragihandibû ku şevê din ew leşkerê tecawizkar bi biryara dozgeriyê li Sêrtê hatiye binçavkirin û ew rewşê ji nêzîk ve dişopînin.

Wî leşkerî berê jî gotibû, min gelek caran tiştên wisa kirine û kes tiştekî bi min nake ango nayêm cezakirin. 

Piştî binçavkirinê M.O îro derket pêşberî dadgehê û heyeta dadgehê biryar da bi şertê kontrola edlî û qedexeya derveyî welat were serbest berdan.

Bûyera tecawizê piştî ku keça bi navê Î.P. (17 salî) bi çekê gule berdabû xwe û rakiribûn nexweşxaneyeke Batmanê derketibû holê û li ser medya civakî jî bi taga #SusmaBatman ketibû rojevê.

Keça bi navê Î.P. niha li Batmanê li nexweşxaneyeke taybet tê dermankirin û li nexweşxanê jî hewl daye xwe întihar bike. Li gorî zanyariyan rewşa tenduristiya wê nebaş e.

Herwiha heta niha hemû serlêdanên gilî yên malbatê ji bo cezakirina wî kesî jî hatiye piştguhkirin.

Parve bike: