Kurdistan
Leskerên Amerîkî û HSDê li Tirbêspiyê dewriyeya duyem gerand
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê digel hêzên HSDê li bajaroka Tirbêspiyê ya Rojavayê Kurdistanê dewriyeya leşkerî gerandin.
Hat zanîn ku dewriyeya hevbeş a leşkerên Amerîkî û HSDê ji bo çavderiya qadên petrolê yên li herêmê hatiye kirin.
Beriya niha jî leşkerên Amerîkî û HSDê ji Tirbêspiyê heta xalên sînorê Başûrê Kurdistanê dewriyeya hevbeş a leşkerî gerandibûn.
Herwiha doh jî yekîneyeke leşkerî ya Amerîkayê ku ji 4 wesayîtên zirxî pêk dihat derbasî bajarê Qamişlo bûbû û li baregeha YPGê bicih bûbû.