TR KU SO
FB X
Kurdistan

Leskerên Îranê kolberekî dinê jî kustin

Admin M
Nivîskar
📅 05 tîrmeh 2019 01:03

PeyamaKurd- Li bajarê Kurdistana rojhilat li Kirmaşanê, kolberekî ji aliyê leşkerên Îranê de bi sîlih hat kuştin û yek jî birîndar bû. Li gor ajansa Rûdawê ji xelkê Pawe bihîstiye, do bi şev, siet piştî nêvê şevê, li herêma Nelkîmê li nêzî gundê Xane Germîle, parastvanên sînorê Îranê, bi sîlih bera kolberên ku sînor derbas dibûn dane.

Kolberê ku hatiye kuştin navê wî Goran Azizade ye û kolberê bi navê Esîr jî birîndar bûye. Kolberê birîndar li nexweşxaneya Pawê di bin çav de tê girtin.

Parve bike: