TR KU SO
FB X
Kurdistan

Leskerên Tirkiyê 2 ciwanên ji Kobanî birîndar kirin

Admin L
Nivîskar
📅 14 tebax 2021 13:30

PeyamaKurd – Leşkerên dewleta Tirkiyê, li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, 2 ciwanên ji Kobanî birîndar kirin.

Navên ciwanên ku bi giranî hatin êşkencekirin wiha ne, Mistefa Ehmed Umer ê 26 salî û Şiyar Mihemed Elî yên ji gundê Mînasê yê Kobanî.

Her du ciwan, ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya Emel a Kobanî.

Ciwanan diyar kirin, leşkerên Tirk li ser sînorê nêzî taxa Kanya Kurdan bi kevir û kêran êrîşî wan kirin û ew birîndar kirin.

Di kêmî deh rojan de ev cara duyemîn e ku ciwan li ser sînor ji aliyê cendermeyên Tirk ve têne êşkencekirin.

Parve bike: