TR KU SO
FB X
Kurdistan

Leyla Xalid serdana Leyla Guven kir

📅 15 nîsan 2019 15:20

PeyamaKurd - Endama Polîtburo ya Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (ERGF) Leyla Xalid serdana Leyla Guven kir. 

Endama Polîtburoya Eniya Rizgariya Gel a Filistinê (ERGF) û yek ji kesayetên sembol ên berxwedana Filistînê Leyla Xalid, Hevseroka Kongreya Civakê Demokratîk (KCD) Leyla Guven a ku girêva birçîbûnê de ye ziyaret kir.

— HDP Kurdî (@KurdiHDP) 15 Nisan 2019

Leyla Guven din ava nivînan de û pêşwazî li Leyla Xalid kir û bi zorê axivî û jê re got, “tu ser çavan re hatiye. Ez gelekî kêfxweş im bi hatina te. Navê te her tim di nava bi têkoşîna Kurdistanê de hebû.”

Leyla Xalid jî got, “em dixwazin di vê têkoşînê de tu li gel me bî. Tu bihêz î û dema tu bi me re bî, em bihêztir dibin.”

Hêjayî gotinê ye ku Hevseroka KCDê Leyla Guven, bi armanca tecrîdkirina serokê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan bi dawî bibe 159 roj in di girêva birçîbûnê ya bê dor û veger de ye.

Parve bike: