TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li 16 gundên Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin

Admin M
Nivîskar
📅 24 adar 2020 03:31

PeyamaKurd- Li 16 gund û mezrayên bi ser bajarê Bedlîsê, heya fermaneka dinê derketina derve hat qedexekirin. Biryara qedexeyê ji aliyê parêzgeha Bedlîsê de hat dayîn û ne diyare wê heya kengê dewam bike.

Qedexe îro hat ragihandin û sedema wê jî bo operasyona girtina endamên PKK ê hat nîşandan. Hat ragihandin ku hêzên dewletê agahî stendine ku li wan gundan endamên PKK ê dihewin. Navên gundên hatin ragihandin lê bi temamî bi Tirkî bûn û me xwe negihand navên wan yên Kurmancî.

Parve bike: