Li 35 deverên Çewlikê bo salekê qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd - Li bajarê Çewlîkê yê Bakurê Kurdistanê 35 dever bo dema salekê wek herêmên qedexekirî yên taybet hatin ragihandin.
Hikûmeta Tirkiyê li ser ragihandina qedexeyên hatin û çûnê û navçeyên qedexekirî berdewam e. Waliyê Çewlîkê ragihand bi biryarekê li 35 herêmên wî bajarî qedexeya çûn û hatinê ragihandiye.
Li gorî biryarê, li navçeyên Kanîreşê, Bongilanê, Dara Yêne, Xorxolê, Çêrmê, Gêxîyê û Azarpêrtê yên bajarê Çewlîka Bakurê Kurdistanê hatin û çûn bo dema salekê hatiye qedexekirin.
Walîtiyê daye xuyakirin, ku biryara qedexeyê ji roja yekem a sala 2020an ve dest pê dike û heya roja dawî ya heman sale, wate 31ê Berfanbara 2020an didome.
Walîtiyê, parastina ewlehiya can û malê welatiyan li herêmê weke sedema derxistina biryarê nîşan daye, lê dewleta Tirkiyê her car wê yekê ji bo encamdana operasyonên li dijî PKKê bikar tîne.
Di biryarê de hatiye, ku bêyî rêpêdana hêzên ewlehiyê û aliyên pêwnedîdar, nabe ti kes li wan herêman biçe û bê.