TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li 35 gund û mezrayên parêzgeha Bedlîsê qedexe hat ragihandin

Admin L
Nivîskar
📅 12 hezîran 2021 16:03

PeyamaKurd – Li 35 gund û mezrayên parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Bedlîse, li 35 gund û mezrayên nav sînorên parêzgehê, bi hinceta hebûna gerîlayên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li wan deveran, qedexeya derketina derve ragihandine.

Parêzgariyê daye zanîn, li ser agahiyên avakirina stargeh û şikeftan ên gerilayên PKKê li wan cihan qedexe hatiye ragihandin.

Parêzgariyê eşkere kiriye, ew qedexe dê îro (12ê Hezîranê) ji saet 7:30an şûn de destpê bike.

Parve bike: