TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li 5 bajarên Bakur rêyên 781 gundan hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 13 adar 2021 00:21

PeyamaKurd – Ji ber berfa zêde ya li Bakurê Kurdisanê li 5 bajaran rêyên 781 gund û cihên niştecîbûnê hatin girtin.

Li 5 bajarên Bakurê Kurdistanê bi giştî ji ber barîna berfa zêde ya şeva borî, rêyên 781 gund û niştîngehan hatin girtin.

Li gorî zanyariyan li Erzeromê rêyên 595 gundan, li Qersê rêyên 67 gundan, li Çewlîgê rêyên 56 gundan û li Erdexan û Idir jî rêyên 33 gundan hatine girtin.

Hat diyarkirin ku xebatên ji bo vekirina rêyan berdewam dikin.

Parve bike: