TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li 5 bajarên erdhejê dibistanan 5 roj tatîlkirin

Admin M
Nivîskar
📅 06 sibat 2024 04:09

PeyamaKurd – Ji ber salvegera erdheja ku navenda wê bajarê Maraşê bû û di erdhejê de di ser 50 hezarî de hemwelatî can dan, parêzgehan dibistanên 5 bajaran ji bo 6ê Sibatê tatîl kir.

Di nav bajaran de Kahramanmaraş, Malatya (Meletî), Hatay, Adiyaman (Semsûr) û 2 navçên bajarê Gaziantep (Dîlok)ê hene ku ew jî Nûrdaği û Îslahiye ne.

Wê di temamê dibistanan de merasima bîranînê bêkirin û hem ji ber ku herkes dê bixwaze here qebristanan, dibistan dê tatîl bin. Ji ber qelebalixê wê hêzên asayîşê alîkariya hemwelatiyan bikin.

Parve bike: