TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li 5 deverên Colemêrgê qedexe hat ragihandin

Admin H
Nivîskar
📅 16 hezîran 2019 14:17

PeyamaKurd – Parêzgariya Colemêrgê navenda bajêr û navçeyên wê jî di nav de, 5 herêm wekî 'Herêmên Ewlekariya Taybet' hatin ragihandin û heta 30yê Hezîranê qedexeya çûnûhatinê bo wan deveran hat danîn.

Li gorî biryara parêzgarîyê navenda bajêr jî di nav de, hin herêmên navçeyên Gever, Şemzînan, Çêlê û Rubarokê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin diyarkirin û çûnûhatina wan deran heta 30yê Hezîranê ango 15 rojan hat qedexekirin.

Di biryara parêzgariyê de hat gotin ku ew biryar wekî tedbîr ji bo parastina can û milkê hemwelatiyan hatiye wergirtin.

Parve bike: