TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li 5 herêmên Colemêrgê qedexe hat ragihandin

📅 29 cotmeh 2019 17:59

PeyamaKurd - Li Colemêrgê 5 herêm wek ‘herêmên ewlehiya taybet’ hatin ragihandin.

Li bajarê Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê û 4 bajarokên wê, pênc herêm wek `herêmên ewlehiya ‎taybet` hatin ragihandin. Çûn û hatina welatiyan a wan navçeyan jî hat qedexekirin.‎

Walîtiya Colemêrgê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 5 herêmên ser bi navenda bajêr û qezayên wê Çelê, ‎Şemzînan, Gever û Rûbarokê ji roja 29ê Cotmeha 2019 saet 00.00 heta 12ê Mijdara 2019 ‎saet 00.00ê wek `herêmên ewlehiya taybet` hatine ragihandin.‎

Di daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê de tê îdîakirin ku ji bo parastina can û malê welatiyan ev biryar hatiye ‎dayîn û daxwaz ji welatiyan tê kirin ku bê destûr neçin wan deverên ku wek navçeya ewlehiya taybet ‎hatine ragihandin.‎

Parve bike: