Kurdistan
Li Agiriyê ji bo 16 ê adarê dibistan hatin tatîlkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Agiriyê bi sedema kêşûhewa xerab li seranserê bajêr ji bo 16 ê adarê dibistanan tatil kirin. Parêzgeha ragihand kul i deverê barîna berfê dewam dike. Wê li bajêr û navçên wê navber bidin perwerdê û xwendina ku xwendevanan bi alavan dibin dibistanan dê nêkirin.
Li dam û dezgên hukumetê jinên bi hemil û xebatkarên astengiyên wan hene wê ji bo sibê neçin kargehên xwe û wê parêzgeh îzna îdarî bide wan.