TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Almanyayê di 2 êrisên çekdarî de 8 kes hatin kustin

📅 20 sibat 2020 13:42

PeyamaKurd - Li bajarekî Almanya, di 2 êrişên çekdarî de herî kêm 8 kes hatin kuştin.

Duh bi şev li bajarê Hanau li eyaleta Hessen ya Almanyayê, 2 kafeteriya rastî êrişên çekdarî hatin û li gorî agahiyan, di encama wan êrişan de herî kêm 8 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Tê gotin ku rewşa hinek birîndaran baş nîne, ji ber wê jî tê texmînkirin hejmara kuştiyan zêde bibe.

Heya niha nayê êrîşkar û sedema êrişan nayê zanîn û hêjayî gotinê ye ku heya kesî berpirsyariya wa êrişan negirtiye ser xwe.

Parve bike: