TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amedê 2 kesên din ji ber koronayê mirin

📅 18 nîsan 2020 12:48

PeyamaKurd - Li Amedê 2 kesên din ji ber koronayê (Covid-19) jiyana xwe ji dest dan.

Li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê jineke 27 salî û zilamekî 83ê salî bi koronayê canê xwe ji dest dan.

Li gor çavkaniyên herêmî, jina temen 27 salî ku li Nexweşxaneya Gazi Yaşargil a Perwerdeyê û Lêkolînê, ji ber coronayê dihat derman kirin, canê xwe ji dest da. Herwiha kesê 83ê salî yê bi koronayê û li Fakûlteya Tibbê ya Zanîngeha Dîcleyê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest daye.

Li gor heman çavkaniyê, li bajarê Amedê heta niha, 23ê kesan bi koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Li gor amarên dawîn ên Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 1769 kesan bi koronayê canê xwe ji dest dane hejmara pêketiyên koronayê jî gihiştiye 78 hezar û 546 kesan.

Parve bike: