Kurdistan
Li Amedê brûskê li baxçê dibistanekî xist û 2 zarok mirin
PeyamaKurd – Li Amedê, serê sibê li navça Erxeniyê (Ergani) li gundê Sêre (Olgun) li mezra Rihanokê (Çiçeközü) birûskê li baxçê dibistanê xist.
Li gor xebera ajansa DHAyê; di wexta birûskê li baxçê dibistanê xist, zarokên bi navên Serkan Yıldırım (13),M.Y. û Kasım Yıldırım (14) li bin dara dibistanê bûn û birûskê li wan xist.
Dema tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê, her sê zarok birîndar bûn û wan birin nexweşxana dewletê ya Erxeniyê.
Li nexweşxanê Serkan Yıldırım û Kasım Yıldırım wefat kirin. Birîndar M.Y. birin nexweşxana Gazi Yaşargil ya perwerde û lêkolînê. Rewşa M.Y baş nîne.