TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amedê buhayên bas û mînîbasan zêde bûn

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 27 hezîran 2024 18:17

PeyamaKurd - Li Ameda parêzgeha bakurê Kurdistanê, bûhayê gihandinê yên bas û mînîbasan nêzîkî ji sedî 25 hatin zêdekirin.

Bi zêdekirina buhayê bas û mînîbasan re êdî wê bûhayê xwendekaran ên mînîbasan 12 lîre, yên tam jî 20 lîre bin. Beriya zêdekirinê xwendekar 8 lîre û tam jî 12 lîre bûn.

Yên basên Şaredariyê û Basên Gel ên Taybet jî, wê xwendekar 8 û tam jî 15 lîre be. Beriya zêdebûnê xwendekar 6 û tam jî 15 lîre bûn.

Piştî vê biryara zêdekirina buhayên gihandinê welatiyên Amedî nerazîbûnan nîşan dan.

Welatiyan qeyrana aborî bi bîr xistin û anîn ziman ku zêdekirina buhayên gihandinê Amediyan bêtir bêzar bike.

Parve bike: