TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amedê di serdegirtina malekê de jinek hat kustin

📅 30 gulan 2020 15:36

PeyamaKurd - Li Navçeya Rezanê ya ser bi bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê ve çekdarên nenas êrîşeke bi ser malekê de girtin û di encamê de jinekê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyan, şeva borî li taxa Muradiye ya navçeya Rezan a Amedê kesek an jî çend kesên bi çek ên nasnameya wan nediyar, bi ser malekê de girtine û gule reşandin.

Piştî dermankirina destpêkê, ew jina birîndar bo nexweşxaneyê tê veguhastin, lê tevî hemû hewildanên bijîşkîyê ji ber dijwariya birînan, jiyana xwe ji dest da.

Polîs û hêzên din ên ewlehiyê ji bo naskirin û desteserkirina biker an jî bikerên êrîşê dest bi lêkolînê kirine.

Parve bike: