TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amedê du malbatên mirovên hev li hev xistin: 5 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 01 nîsan 2026 21:13

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Pasûrê ji ber revandina keçekî di navbera du malbatan de pevçûn çêbû û di encamê de 4 kes birîndar bûn. Pevçûna wan bi dar, kevir kêran bû. Muxtar Ramazan Özbay jî ji ber ket navbera wan da wan ji hev veqetîne, ew jî birîndar bû.

Bûyer ber destê êvarê li Pasûrê li taxa Turgut Özalê qewimî. Kesên di pevçûnê de birîndar bûn A.O., F.O., İ.O., N.D. û muxtar bûn.

Cendirme, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê. Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya bi navê Dr. Abdullah Biroğul ya Pasûrê.

Li taxê û li dora nexweşxanê, hêzên ewlehiyê tedbîrên tund sitendine.

Parve bike: