TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amedê kesê li dora dibistanê bi tivingê li der û dorê xist, hat girtin

Admin M
Nivîskar
📅 08 gulan 2026 21:59

PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Yenişehirê li taxa Fabrikê li ser kolana Şêx Bedreddîn li dora dibistanekî kesê ku bi tivinga pompeyî li der û xist û guleyan berda, yê bi navê S.Y. (19) girtin û wî derxistin dadgehê.

Doz, ji aliyê serdozgeriya Diyarbekir de dimeşe. Kesê gumanbar di roja bûyerê de polîs wî xistibû bin çav û paşî dadgeriya Silh Cezayê biryara girtina wî da û ew şand zîndanê.

Sûcê ku pê tewana wî tê kirin “afirandina tirsê di nava xelkê de, çêkirina panîkê ya bi armanca tehdîdê” ye.

Di roja rûdanê de S.Y. bi tivinga pompeyî çûbû ber dibistanekî, bi guleyan li der û dorê xistibû, rayedarên dibistanê dibistanê vala kiribû û polîs gumanbar girtibû.

Gumanbar di îfadên xwe yê li polîs de gotibû ku rojekî berê bi birayê xwe re munaqeşe kiriye û vê rûdanê kiriye.

Parve bike: