TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amediyê PKKê êrîsî xaleke kontrolê ya Pêsmergeyan kir

Admin L
Nivîskar
📅 14 berfanbar 2020 13:30

PeyamaKurd – Li Amediyê hejmarek çekdarên PKKê, îşev gule li xaleke kontrolê ya Pêşmergeyan barandin û di navbera çekdarên PKKê û Pêşmergeyan de şer derket.

Li gor zanyariyan, êrîş li xaleke pişkinînê ya li sinorê gundê Dêreşê yê ser bi navçeya Amêdiyê pêk hatiye û çend çekdarên PKKê li xala pişkinînê ranewestiya ye û pişt re, çekdarên PKKê teqe li rûyê Pêşmergeyan kiriye, şer û teqe derketiye di navbera wan de rû daye.

Zanyarî diyar dikin, di encama şerê teqeyan de ziyanên giyanî hene, lê heta niha hurgiliyên şer nayê zanîn.

Parve bike: