TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Amerîkayê bi hêza 7.1 erdhejek qewimî, pistî erdhejê sewat derket!

📅 06 tîrmeh 2019 14:35

PeyamaKurd - Îro danê sibehê çend erdhejên bihêz li Kalîforniyaya Amerîkayê qewimîn. Dezgeha Jeolojiyê ya Amerîkayê diyar kir ku yek ji wan erdhejan bi hêza 7.1 pileyên rîxterê bû.

Li gor Dezgeha Jeolojiyê ya Amerîkayê, erdheja yekem şeva îniyê bi dema Kalîforniyayê saet 06:19an qewimî û piştî saeteke din jî çar erdhejên din rûdan û ji wan ya herî bi hêz 5.5 pileya rîxterê bû.

Erdhej 11 mîl dûrî bajarê Rîckrest ê li başûrê Kalîforniyayê qewimî, beşek ji medyayên wî welatî ragihandiye ku piştî erdhejê şewat derketiye. Li gor amarên beşa îtfaîyeyê jî, heta niha bi dehan raportên hilweşîna malan û şewatê gihiştine wan.

Ev erdhej di demekê de ye ku roja pêncşemê jî erdhejek bi hêza 6.4 li başûrê Kalîforniyayê qewimîbû û li gor raportan di 20 salên borî de erdheja herî bihêz bû, lê erdheja şeva derbasbûyî, ew rekor jî şikandiye.

Parve bike: