Kurdistan
Li Azezê teqîn: Serê di navbera HSDê û ASAyê de gur dibe
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li navenda bajarê Azezê di navbera hêzên çekdar ên cîhadîst ku Tirkiye piştgiriya wan dike û HSDê de şerên giran diqewimin û îro teqînekê rûda.
Derbarê qurbanî û birîndaran de tu agahî nehatine parvekirin lê tê gotin teqîn berdewamiya şerê duhî ye.
‘DI NAVBERA HADÊ Û ASAYÊ DE ŞERÊ GIRAN’
Hat diyarkirin ku şerê di navbera HSDê û ASAyê de gurtir bûne. Herdu alî bi top û hawanan êrişi hevdu dikin.
Hejmara qurbanî û birîndaran nehat zelalkirin.