Kurdistan
Li bajarê Çewlikê rêya navbera Çerme û Kanîreşê ji ber heyelanê hat girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê (Bingol) ji ber heyelan ket ser rêya navbera Çerme (Yedisu) û Kanîreşê (Karlova) rê hat girtin.
Barana zêde bariya bi xwe re herî, kevir û gocaran xist ser rêya navborî û rê hat girtin. Rêvebiriya taybet ya bajêr ji bo rê paqij bike û veke, dest bi xebatê kir.