TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarê Dîlokê di wexta fetarê de pevçûn derket: 1 kustî û 3 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 28 adar 2025 01:56

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê (Gaziantep) li navça ŞehitKamilê li gundê Kulluyê di wexta fetarê de, di navbera zarokên gund de munaqeşe destpêkir û paşî malbatên wan jî ketin nava pevçûnê.

Pevçûn, mezin bû di pevçûnê de çekan bikaranîn. Di encamê de 4 kes birîndar bûn. Di wexta pevçûnê de tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê.

Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanan lê ji ber rewşa birîndar Mehmet T. (37) giran bû, li nexweşxanê can da. Lêpirsîna bûyerê dewam dike û li gund tedbîrên fireh hatine girtin.

Parve bike: