Kurdistan
Li bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê erdhejeke bihêz çêbû
PeyamaKurd – Li bajraê Meletî yê Bakurê Kurdistanê îro danê nîvro li demjimêr 12.19 erdhejeke bihêz çêbû û li bajarên derdorê jî hest pê hat kirin.
Li gorî zanyariyên Saziya Rewşên Lezgîn û Hawarçûnê (AFGAD) a Tirkiyê, navenda erdhejê navçeya Puturge ya Meletiyê ye û pileya wê jî 4,7 e.
Herwiha Çavdêrxaneya Kandillî ya Zanîngeha Bogazîçiyê jî pileya erdhejê bi pîveka rixterê wekî 5 ragihand.
Hat diyarkirin ku erdhej di kûrahiya 6,3 kîlometre ya erdzemînê de rû daye. Erdhejê tirseke mezin çêkir, lê heta niha derbarê ziyanan de ti agahiyên berdest tune ne.