Kurdistan
Li bajarê Rihayê qedexeya mes û xwepêsandanan
PeyamaKurd- Parêzgeha bajarê Kurdistanê ya Rihayê ragihand ku wan di navbera 1 û 6 ê meha nîsanê de xwepêşandan, meş û civîna çapemeniyan qedexe kirine. Ragihandina parêzgehê weha ye:
“ ji 8 ê siba 1 ê nîsanê heya siet 24.00 ê 6 ê nîsanê, di nava sînorê bajarê Rihayê de meş, xwepêşandan, ragihandina çapemeniyê, vegirtina konan, vekirina stendan û kiryarên weha, di nava bajêr û navçeyên bajêr de hatine qedexekirin.”
Eger zanko, dezgeyên dewletê an rêxistinên ne siyasî bixwazin kiryarekî bikin, li bajêr dikarin 48 siet berê agahiyê bidin parêzgehê û li navçeyan agahiyê bidin qeymeqamiyan. Dezgeyên li jorê navên diborin, di derveyê vê biryarnameyê de ne.