Li bajarê Sêwasê çûna daristanan heya 15ê Cotmehê qedexe kirin
PeyamaKurd – Di çarçova bergiriya şewata daristanan de, parêzgeha bajarê Sêwasê, çûna navdaristanan ji 28ê Tîrmehê heya 15ê Cotmehê qedexe kir. Temamê sehayê daristanan dê bi kamera û dronan bên şopandin.
Biryar, ji bo temamê daristanên bajêr yên ku di deftera dewletê de hatine tescîlkirin, dê bi cîh were. Tenê kesên ji aliyê dewletê de wezîfedarin, dê karibin herin daristanan.
Di ciyê mesîreyan de vêxistina agir, avêtina fişekên hewayî û tiştên weka balonên şansê yên talûka wan ya derxistina şewatê heye qedexeye.
Kesên ji rêvebiriya daristanê îhaleyan sitendine, kesên di karên daristanê de dixebitin, di derveyê çarçoveya qedexê de ne. Bicîhanîna qaîdeyên qedexeyê dê ji aliyê rêvebiriya daristanan, fermandariya bajêr ya cendirmeyan û ji aliyê tîmên asayîşa bajêr de bê meşandin. Sehayên qedexekirî wê bi kamera û dronan ji aliyê meqamên navborî de daîma bên şopandin.
Dê rêvebiriya bajêr û ciyên pêwendîdar daîma bi muxtaran û bi hev re di nav têkiliyan de bin da mexdûriyet çênebin.