TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarê Sine agir bi bazarê ket: Bi dehan dikan sewitîn

Admin L
Nivîskar
📅 19 gulan 2022 14:06

PeyamaKurd – Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di encama şewateke li bazarekê de, bi dehan dikan şewitîn.

Li gor Berpirsê Berevaniya Sivîl li bajarê Sine Suheyl Wezîrî diyar kiriye, derengiya şeva borî agir bi bazara kincên kevin ket.

Herwiha berpirs eşkere kiriye, şewata han di nav du-sê saetan de ji aliyê tîmên vemirandina agir ve hat temirandin, lê 25 dukan şewitîn.

Hat diyarkirin ku li ser sedema derketina şewatê tiştek nehatiye gotin.

Parve bike: