TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarokê Bane 2 kolberên Kurd hatin birîndarkirin

Admin L
Nivîskar
📅 08 îlon 2021 13:03

PeyamaKurd – Pasdarên Îranê li bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, 2 kolberên Kurd birîndar kirin.

Li devera sînorî ya Birûşkanê li nêzîkî bajarokê Bane, pêr pasdarên Îranê komek kolber dan ber guleyan.

Li gorî agahiyan, di encama wê êrîşê de 2 kolber birîndar bûn.

Her du kolberên ku birîndar bûne, xelkê bajarê Seqizê ne. Navê yekî Sidîq Tikabî (55 salî) û navê yê din jî Xebat Sadiqî (20 salî) ye.

Parve bike: