Li Bakurê Kurdistanê 37 kes bi pêlkirina wesayîtên polîsan hatine kustin
PeyamaKurd – Du roj berê (27 Kanûn 2019) li Diyarbekirê Kurdekî bi navê Cîhan Can (Endezyar- 33 salî) di encama pêlkirina wesayîta zirpoşî ya polîsan de, can da.
Li gorî amarên dawî, di nav 10 salên dawî de li Bakurê Kurdistanê, di encama pêlkirina wesayîtên polîs û leşkeran de, tevî bûyera dawî ya Amedê 37 kes hatine kuştin.
Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan di raporekê de ragihand ku di 10 salên dawî de otomobîlên zirxpoş ên polîsan herî kêm li 63 kesan dane û di van bûyeran de, 16 jê zarok, 6 jin bi giştî 36 welatiyan can dane. Doz an lêpirsînên ku ji ber van bûyeran li ser polîs an leşkeran hatine vekirin jî yan bi bêtaqîbî yan jî bi cezayên kêm hatine nixumandin.
Di raporê de li ser bûyerên pêlktirina welatiyan ev zanyarî hatine dayîn:
- Li navçeya Rezan a Amedê 6ê Hezîrana 2018ê otomobîla polîsan TOMAyê li Mehmet Tektekî da û canê xwe ji dest da. 15 meh piştre 11ê Îlona 2019ê li ser heman cadeyê otomobîla zirxpoş a polîsan li Efe Tektekî yê 5 salî neviyê Mehmet Tektekî da û wî jî canê xwe ji dest da.
- Li Taxa Karşiyaka ya qezaya Silopî ser bi Şirnexê 9ê Cotmehê li keviya rê otomobîla zirxpoş a polîsan li Hamza Ogdemê 7 salî da û lingê wî yê rastê şikest. Polîsê şofêrê zirxpoşa ku li Ogdem da reviya û heta niha nehatiye dîtin.
- Sala 2017ê li qezaya Licê ya Amedê, otomobîla zirxpoş li otomobîleke sivîl da û di encam de Fikri Demirbaş (53) û dayîka wî Zeynep Demirbaş (76), Mahmut Oner (74), Mevlût Dagtaş (64) û Abdulhamit Dagtaş (63) canê xwe ji dest dan. Ser vê bûyerê jî hat girtin û Dozgeriya Komarê ya Licê şofêrê otomobîlê Fikri Demirbaş biqisur dît.
- Li qezaya Kerboran a Mêrdînê, 22ê Nîsana 2018an otomobîla zirxpoş a polîsan dema paşve dihat li Suphiye Yakut a 51 salî da û birîndar bû. Yakut ji lingê xwe seqet bû. Ji ber delîlên kêm û hincetên cuda ser vê bûyerê jî hat girtin.
- Li Silopiya Şirnexê 3ê Gulana 2017an panzera polîsan ket malekê û Muhammed (7) û Furkan Yildirimê (6) birayên hev di bin de man û canê xwe ji dest dan. Doza ku derbarê polîsên bi navê O.Y û M.M de hatibû vekirin, 19ê Hezîrana 2019ê bidawî bû. Dadgehê 2 sal û 1 meh cezayê girtîgehê veguhert pereyan û cezayê 19 hezar lîreyên Tirkî li M.O birî. Polîsê bi navê M.M jî bêtawan hat dîtin.
- 14ê Hezîrana 2017an li Licêya Amedê li ser Cadeya Mûmîn Axa ber avahiya PTTê Çawîşê Pispor S.K. bi otomobîla Kirpi li Pakize Hazar da û wê jî canê xwe ji dest da. 8ê Gulanê doza derbarê çawîşê pispor de bidawî bû. Dadgehê destpêkê 3 sal ceza dan û piştre bi hincetên cuda daxist 2 sal û 6 mehan.