TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Bakurê Kurdistanê proseya dengdana hilbijartinên saredariyan bidawî bû

Admin H
Nivîskar
📅 31 adar 2024 19:01

PeyamaKurd – Li Tirkiye û bajarên Bakurê Kurdistanê îro 31ê Adara 2024an hilbijartinên herêmî birêve çûn.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo hilbijartinên şaredariyan hilbijêr ji saet 7:00ê sibehê ve çûn ser sindoqan.

Bi tevahî li bajarên Bakurê Kurdistanê yên Semsûr, Agirî, Çewlîg, Bedlîs, Amed, Xarpêt, Erzingan, Erzirom, Dîlok, Colemêrg, Qers, Meletî, Mereş, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Sêwaz, Dêrsim, Riha, Wan, Batman, Şirnex, Erdexan û Îdirê proseya dengdanê ji demjimêr 07:00 heta 16:00 dewam kir.

Dengdan saet 16:00 bidawî bû. Li gorî hatiye ragihandin hejmartina dengan dest pê kir. Bi rabûna qedexeyên weşanê re wê encamên destpêkî yên serketiyên şaredariyan bên eşkere kirin.

Parve bike: