TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê qonaxeke nû ya derzîkirinê destpê dike

Admin L
Nivîskar
📅 03 hezîran 2021 23:01

PeyamaKurd –  Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, qonaxeke nû ya derzîkirina Koronayê destpê dike.

Wezîrê Tenduristiya Tirkiyê Fahrettin Koca diyar kir, di dema karantînê de hejmara nexweşan gelekî daketiye, lê divê asayîkirina jiyanê qonax bi qonax were kirin ji bo ew careke din hejmarên zêde ên nexweşan nebînin.

Li gorî Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê da zanîn, divê her kes guh bide rênimayên pêwîst û eger wiha berdewam bikin, dê ev havîn bibe havîna dawî ku xelk maskeyan bidin ber devê xwe.

Koca destnîşan dike, eger plana derzîkirina xelkê weke ku hatiye danîn cîbicî bibe, ew ê dawiya havînê êdî behsa rojên xweş bikin û nexweşiyê ji rojevê derxînin.

Wezîrê Tendirustiya Tirkiyê daxwaz dike ku herkes li gorî dora xwe biçin û derziyê ji bo Koronayê bikar bînin.

Ji 7ê Hezîranê û pê ve, wê temamê mamosteyan jî bikaribin xwe li hemberî Korona derzî bikin û li gorî Wezîrê Tendurustiyê sînorekî ji wan re danaynin, gênc û bi temen tev dikarin xwe derzî bikin.

Parve bike: