Kurdistan
Li Bakurê Kurdistanê pêla nû ya berfê: Bi sedan rê hatin girtin
PeyamaKurd- Li bajarê bakurê Kurdistanê ji şevê din ve pêleke nû berfê dest pê kiriye û heta niha gelek rêyên gundewaran hatine girtin.
Li gorî zanyariyên herî dawî, li bajarên Wan û Şirnexê rêyên nêzîkî 400 tax û gundan hatine girtin û herwiha navber bo perwerdeyê hatiye dayîn.
Herwiha li bajarên Mûş, Çewlig, Colemêrg, Bedlîs, Sêrt û Agirî jî bandora berfê berdewam dike. Li Amedê jî bi taybet li navçeyên Pasûr, Lice û Hênê berfê rêyên hejmarek rêyan girtin.
Xebatên paqijkirin û vekirina rêyan berdewam dikin.