TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Balafirgeheke Silêmaniyê teqîn çêbû: Kustî û birîndar hene...

Admin H
Nivîskar
📅 18 îlon 2023 21:43

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro 18ê Îlonê danê êvarê li balafirxaneya navçeya Erbetê ya Silêmaniyê teqînekê rû da.

Li gorî zanyariyan ewil, teqîn di encama êrîşeke balafireke bêmirov (drone) de çêbûye û dûxan ji balafirgehê bilind dibe. Li gorî zanyariyên destpêkê di encama teqînê de mirî û birîndar hene.

Hatiye ragihandin ku êrîş bi rêya du dronan hatiye kirin ku ew der beriya niha cihê çandiniyê bûye, lê belê çend meh berê hêzên Hevpeymanan nûjen kiriye û bûye cihê perwerde û rahênan hêzeke YNKê.

Li gorî çavkaniyan êrîş ji aliyê dronên nehatine naskirin bê yên kê ne hatiye kirin û 6 kesan ji hêzên YNKê yên li nav balafirxaneyê, ji ber êrîşê can dane û 4 endamên hêzên ewlehiyê jî birîndar bûne.

Parve bike: