Kurdistan
Li basûrê Kurdistanê 10 kesên din bi Kovid-19 ê ketin
PeyamaKurd- Wezareta tenduristiyê ya herêma Kurdistanê ragihand ku 10 kesên din bi Kovid-109 ê ketine. 5 kes li bajarê Silêmaniyê û 5 kes li bajarê Hewlêrê. Li her dû bajaran kesên ku nîşanên Kovid-19 ê di wan de xuya kirine, testên wan hatine kirin û di encamê de testên wan posîtîv derketine.
Li gor ragihandinê 3 jinên ku temenên wan 69, 46 û 38 in, zilamekî 44 salî, xortekî 18 salî, li bajarê Silêmaniyê bi vîrusê ketine. 5 kes jî li bajarê Hewlêrê pê ketine.