Kurdistan
Li Batmanê di êrîşekî de dê û kurê wê kuştin
PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li taxa Pınarbaşıyê dema dê û kur ji malê derketin baxçê mala xwe, kesekî bi çekê êrîşê wan kir.
Dema tîmên tenduristiyê gihan ciyê bûyerê dîtin ku kur Ducane K. (28) li ciyê rûdanê can daye û diya wî Aynur K. (55) bi birîndarî birin nexweşxana Batmanê ya perwerdê û lêkolînê. Lê Aynur K. li nexweşxanê can da.
Kesê kujer ji aliyê tîmên polîs û cendirmeyan de, li ser rêya Batman-Diyarbekirê di erebeyekî de bi çeka xwe ya ku pê kuştinê kiriye, hatiye girtin.
Sedema rûdanê û navê kujer nehat ragihandin.