TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Batmanê di şerê rênedanê de 4 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 18 tîrmeh 2026 14:38

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li ser rênedana erebe û motorsîkletekî, di navbera ajotvanan de munaqeşe çêbû û paşî bi kêr çekan li hev xistin. Di encamê de 4 kes birîndar bûn.

Rûdan do êvarê li taxa Bağlara li ser rêya komandoyê qewimî. Tenha sedem jî ji ber yek rê nedaye yê din. Bi vê sedemê di encamê de mirovên her dû ajotvanan jî tevlî pevçûnê bûne. Di encamê de H.Ç. (33), İ.G. (39), M.N.G. (63) û Y.C. (30) bi çek û kêrê birîndar dibin.

Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan dibin nexweşxanên cuda yên bajêr. Polîs lêpirsîna xwe dewam dike.

Parve bike: