TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Batmanê du avahî xistin karantînayê

Admin H
Nivîskar
📅 27 nîsan 2020 01:38

PeyamaKurd - Li navçeya Sason a bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, bi sedema tedbîrên pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê avahiyek xistin karantînayê.

Qeymeqamiya Sasonê bi daxuyaniyek ragihand ku li gor xalên Yasaya Tendirûstiya Giştî li Taxa Orta ya navenda navçeyê du avahî hatine karantîne kirin.

Herwiha bi biryara karantînayê re daxwaz ji welatiyan hat kirin, ji ber tendirûstiya civakê divê hemû welatî di malên xwe de bimînin û pêwîstiya zêde nebe ji malên xwe dernekevin.

Ji bo her kesê ji derve were cem kesên hatine karantînekirin jî hat xwestin ku wê heta 14 rojan ji malên xwe dernekevin û mêvanan qebûl nekin.

Li gorî biryarê rewşa karantînayê wê ji aliyê muxtar û hêzên ewlekariyê ve bê şopandin û kesên pêbendî rênimayiyan nebin dê wan bi zorê bixin karantînayê.

Parve bike: