TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Batmanê minîbûsek hat gulebaran kirin: 2 kustî, 5 birîndar...

Admin H
Nivîskar
📅 13 rêbendan 2023 01:05

PeyamaKurd - Li navçeya Hezo ya bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê, endamên malbatekê bi çekan êrîş birin ser minîbûsa neyarên xwe ku di encamê de 2 kes hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku li gundê Xirbikê yê navçeya Hezoyê, bi çekan minîbûsek hatiye gulereşandin. Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de; kesên bi navên Hifzullaf Güler û Abdurrahman Güler li cihê bûyerê can dane.

Birîndarên ji heman malbatê yên bi navên; Ömer Güler, Hüseyin Güler, Necmettin Güler, İsmet Güler û Mehmet Özcan bo Nexweşxaneya Hezo (Kozluk) hatine veguhestin.

Li gorî çavkaniyên herêmê, di sala 2022yan meha Hezîranê de jî di navbera malbatên Guler û Durmaz de pevçûn çêbûye û 3 kesan wê demê can dabû.

Parve bike: